Êdî Yekmal Navenda Malbatan a High-Deck'ê birêve dibe
Armanca sereke ya xebata me ew e ku em piştgiriyê bidin zarok û malbatan.
Nîşandana fîlm û gotûbêj bi Ayşe Polat re
Derhêner bi awayekî balkêş behsa serpêhatiyên xwe yên di çêkirina fîlma "Im toten Winkel" de kir.
Gotûbêj li ser romana “Qiseyên Xerîbiyê” bi Şener Özmen re
Germahî û atmosfera vekirî êvar veguherande festîvaleke biçûk a wêjeyê
Malbatan li Berlînê cejna Çarşema Serê Nîsanê pîroz kirin
Ji bilî danûstandinên civakî û muzîkê, danasînek li ser wateya cejnê û rêûresmên wê hebû.
Li Herfordê Çarşema Serê Nîsanê hat pîrozkirin
Şahî di 16ê Nîsanê de li bajarê Herfordê li avahiya Marta Herford Marta Hoch 2 hat lidarxistin.
Şaxên me yên Bielefeld û Herfordê Newroz pîroz kirin
Li der û dora Herford û Bielefeldê nêzî sed kes tevlî şahiyê bûn. Zarok û malbat pir kêfxweş bûn.
Bihar hat - em jî bostana xwe xweşik dikin
Zarokan gelek kêfa xwe bi kolandina axê, çandina şitlan, boyaxkirina tabelayan û kifşkirina kêzikên di baxçê de anîn.
Kafêya ziman a nû li Bremenê hat vekirin
Li navçeyekê ku gelek kesên bi paşxana koçberiyê lê dijîn.
Şahiya Newrozê ya zarok û malbatan hat lidarxistin
Pêxistina agirê Newrozê û dîlana kurdî li dora agir beşek giring a şahiya me bû.
Projeya E-DIT Plus
Şaxa Bremenê ya Yekmalê yek ji hevbeşên projeya E-DIT Plus'ê ye ku ji aliyê (bbt)ê ve tê bicîhanîn.
Yekmalê li Bremenê cejna Newrozê pîroz kir
Şahiyek rengîn hat lidarxistin ku bi stranên gelêrî û xwendina çîrokan ji bo zarokan dagirtî bû.
Li Essenê me bi hev re cejna Newrozê pîroz kir
Şahiya Newrozê cihêrengiya çandê û hêza civakê nîşan da.